Netanyahu: Peymana bi Sûriyeyê re pêkan e, lê herêmek tampon pêwîst e

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî hewl dide herêma bêçek ji Şamê heta bi Cebel El Şêx ava bike û da zanîn ku her lihevkirinek gengaz bi Sûriyeyê re divê pransîbên ewlehiyê yên Îsraîlê di ber çavan re werin girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu diyar kir ku welatê wî dixwaze herêmeke bêçek ji Şamê ta Cebel El Şêxo ava bike. Netanyahu da zanîn ku dikare bi Sûriyeyê lihevkirin pêk bê, lê tevî girêdana bi pransîbên Îsraîlê re divê.

Netanyahu tevî leşkerên ji lîwaya 55ˊan ên ku di gulebarana li Sûriyeyê de birîndar bûbûn serdana Nexweşxaneya Şêba kir û got "Ew bi bi biryar in ku parastina bajarokên Îsraîlê yên nêzî sînor bikin."

Di dewama axaftinê de Netanyahu anî ziman ku "Em ê herêmeke bêçek ji Şamê anku ji têketên Cebel El Şêx û heta bi lûtkeya Cebel El Şêx çêkin. Em van herêman ji bo ewlehiya Îsraîliyan biparêzin, ev gerekê me ye. Pêkan e jî em bi Sûriyeyê re bigihînin lihevkirinekê. Lê em ê bi pranîsên xwe ve girêdayî bin."

Ev daxuyanî, piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên li seranserî sînor bi cih bûne amade ne çi di aliyê parastinê yan jî pêşdeçûnên gengaz li herêmên Sûriye û Lubnanê de, hatin dayîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh bang li hikumeta Îsraîlê kiribû ku dev ji tedbîrên ku wê bandorê li proseya veguhastina siyasî li Sûriyeyê bike, berde.